MXDŞ: Êrişên li dijî gerîla, li dijî civaka Êzdî ne

Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê jî bi daxwiyaniyekê ev sûc şermezar kir û got : “Em êrîşên li ser hêzên gerîla wekî êrîşên li ser civaka Êzidî dibînin.”

Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) bi daxuyaniyeke nivîskî êrîşên artêşa Tirk şermezar kir.

Meclîsê diyar kir artêşa Tirk a dagirker di van êrîşan de çekên kîmyewî bi kar tîne û sûcê mirovahiyê dike û got:

“Dewleta Tirk ji bo rê li ber vê têkçûnê bigire, çekên qedexekirî û çekên kimyewî bi kar tîne.

Ev êrîş li ber çavê hemû cîhanê berdewam dike.

Dewleta Tirk li hemberî gerîla şerekî adilane nameşîne, şerekî kimyewî dimeşîne, sûcê mirovahiyê dike.

Bêdengiya hêzên navneteweyî, û dewleta Iraqê jî cesaretê dide dewleta Tirk a dagirker.

MXDŞ bang li hemû hêzên navneteweyî, kir ku li hemberî sûcen mirovahiyê yên artêşa Tirk dengê xwe bilind bikin.

Şêniyên Mexmûrê li dijî karanîna çekên kimyawî meşiyan

NPG: 17 Hevalên me bi çekên kîmyewî hatin şehîdxistin

17 Gerîla bi çekên kîmyewî şehîd bûn

Back to top button