Dewleta tirk û çeteyên wê kirinên xwe yên ne-mirovî li Efrînê na seknîne.
Kuştin, revandin, destdirêjî, diziya mal û milkan, şewitandin û jêkirina darên zeytûnan..bê navber dewam dike.
Der barê vê mijarê de, Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê sûcên dagirkeran bi raporekê belge kir û got:
Di van çend rojên dawî de 300 sivîl hatine revandin.
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê kirinên xwe yên ne-mirovî li dijî sivîlên Efrînê dewam dike.
Kuştin, revandin, destdirêjî, diziya mal û milkan, şewitandin û jêkirina darên zeytûnan û hwd.. bê navber dewam dike.
Der barê kirinên di van çend rojên dawî de, Rêxistina Mafên Mirov a Efrînê sûcên dagirkeran belge kirin.
Li gorî belgeyên rêxistinên hiqûqî, di nava 20 rojan de 300 Efrînî ji aliyê dagirkeran ve hatine revandin.
Rêxistinê belgeyên xwe wiha eşkere kir:
Di nava 20 rojên meha Tîrmehê de, bêhtirî 300 sivîl hatin revandin.
Rêxistinê navên kesên hatine revandin û dîroka revandinê belge kir.
10’ê Tîrmehê çeteyan 3 sivîl ji gundê Kurzêlê yê navçeya Şêrawayê revandin.
Nîroz Mehmûd
Roşîn Menla Osman
Mizgîn Mehmûd
15’ê Tîrmehê 3 sivîl ji ji gundê Îskayê yê navçeya Şêrewa hatin revandin.
Mihemed Cemal Xelo,
Umer Nazo,
Emar Mihemed Nazo
17’ê Tîrmehê 3 sivîl ji gundê Dîkmadaş ê Navçeya Şerayê hatin revandin.
Ciwan Welîd Horo,
Henîf Fehmî Arif
Mustefa Îbrahîm Xelîl
Di heman dîrokê de jina ciwan ya bi navê Suzan Hikmet a ji gundê Cilbirê yê Şêrawayê jî hate revandin.
18’ê Tîrmehê, çeteyên Feyleq el-Şam 3 sivîl ji gundê Şadêra yê navçeya Şêrawayê revandin.
Di heman dîrokî de 7 sivîl ji gundê Dîkmadaş ê navçeya Şerayê revandin.
Yûsif Henîf
Luqman Fehmî
Henîf Fehemî
Elî Cuma
Ebdulhemîd Hemza
Riyad Elî Cuma
Ehmed Afir
19’ê Tîrmehê 11 kes hatin revandin ji wan 3 kes hatin naskirin.
Rîfaî Îso
Îso Necîb
Mustefa Henan Qamsim
Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê diyar kir ku kesên hatine revandin hemû cureyên êşkenceyê dîtine.
Rêxistinê, şewitandina bax û baxçeyê sivîlan jî belge kiriye.
Li gorî belgeyên artêşa Tirk a dagirker 5’ê Tîrmehê zêdetirî 200 dar li derdora Efrînê û 17’ê Tîrmehê li navçeya Şêrawayê zêdetir 300 zeviyên genim û ceh dan ber êgir.
15’ê Tîrmehê jî, çetayan girê Cindirêsê vekolandin û parçeyên dîrokî dizîn.
Her wiha li ser gir bargeheke leşkerî ava kirin.
16’ê Tîrmehê jî, girê gundê Sendîkanê yê Cindirêsê vekolandin, şûnwarên di gir de talan kirin û şandin Tirkiyê.
Di heman dîrokê de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li gundê Derwêş ê Recoyê, bargeheke leşkerî ava kirin.
Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê, bang li aliyê têkildarî kir ku bêdeng nemînin û kirinên wan rawestînin.