FERMANDARIYA GIŞTÎ YA YPJ’Ê BI DAXUYANIYEKÊ NASNAMEYA ŞERVANEKÊ EŞKERE KIR

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bi daxuyaniyekê nasnameya şervaneke xwe eşkere kir.

Fermandariyê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku şervana wan Zeryan Cûdî li Til Temirê di encama qezayek tirafîkê de şehîd bû.

Fermandariya YPJ’ê hemû cangoriyên azadiyê bi bîr anî û soza şopandina xeta şehîdan nû kir.

Her wiha sersaxî ji malbata şehîd Zeryan û gelê Kurd re xwest.

Nasnameya şehîd Zeryan wiha ye;

Rojna Şuanî bi nasnav Zeryan Cûdî, li Hewlêrê ji dayik bûye, 15’ê Tîrmeha 2019’an li Til Temirê şehîd bû.

ROJNA ŞUANÎ
ZERYAN CÛDÎ – HEWLÊR
15 TÎRMEH 2019 – TIL TEMIR

 

 

Leave a Reply

Back to top button