Şengaliyan: Ger hêzên Iraqê nikarin me biparêzin, çi karê wan li Şengalê nine’

Meclisa Gel a Şengalê êrişa li ser Asayîşa Êzidxanê şermezar kir û got. “Ger hikûmeta Iraqê bi erka xwe ranebe ti wateya hebûna wî li vir nîne.

Di 18’ê mehê de li ser rêya taxa Hey Şuheda ya li navenda Şengalê, di nav malan de wesayîtek bombebarkirî bi hêzên Asayîşa Êzîdxanê ve hat teqandin.

Di encamê de 3 endamên asayîşê birîndar bûn.

Ji bo şermezarkirina êrişa ser hêzên parastina Şengalê Meclisa gel a Şengalê daxuyaniyek da.

Li ser navê gel Endama Koordînasyona TAJÊ Neam Bedel daxuyanî da û got:

“Wesayîtek bombekirî dibin çavdêriya hêza Iraqê re derbas dibe û tên xwe li ser ciwanên Êzidî diteqîne. ev bang hikûmeta Îraqê dikin, heke hun me naparêzin li Şengalê çi karê we heye?”

Neam Bedel di dawî de teqez kir ku bedêl çi dibe bila bibe wê xwe biparêzin û dev ji axa xwe bernedin.

Back to top button