Li Helebê bi meşekî sûcê dewleta Tirk hat şermezarkirin

Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye yên Helebê li dijî bikaranîna çekên kîmyewî meşiyan.

Bi sedan şênî û nûnerên partiyan û saziyên sivîl tevli meşê bûn û êrişên li dijî gerîla şermezar kirin.

Piştî ku meş veguherî mitîngê endamê Meclisa Giştî ya PYD’ê Mihemed Şêxo axivî û anî ziman:

”Dewleta Tirk bi rêya çekên kîmyawî yên qedexekirî armanc dike ku vîna gerîla bişikîne, lê bi ser nakeve.

Em hemû li pişta gerîla in.”

Kordînasyona Kongra Star Amne Xidir anî ziman ku dewleta Tirk bi van êrişan hemû yasayên navneteweyî binpê dike.

Back to top button