Dagirkeran gundê Wehşiyê yê Şehba topbaran kir

Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê rojane didome.
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Wehşiyê yê kantona Şehbayê topbaran kirin.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyê wê vê sibehê careke din berê topên xwe dan herêmê..

Vê carê jî gundê Wehşiyê yê kantona Şehbayê topbaran kirin .

Li gorî agahiyên destpêkê zirarên madî hene.

Herêm rojane dibe armanca topên artêşa dewleta Tirk.

Tevî ku li pêş çavê hemû cîhanê ev êriş pêk tên jî, lê dîsa her kesî xwe li bêdengiyê daniye.

Back to top button