HRE: 6 ÇETEYÊN DEWLETA TIRK HATIN KUŞTIN

Hêzên Rizgariya Efrînê 2 çalakiyên bi bandor li dijî çeteyên dewleta Tirk a dagirker li navçeya Şêrewa ya Efrînê pêk anîn.
Di encama herdu çalakiyan de 6 çete hatin kuştin.

Hêzên Rizgariya Efrînê bi daxuyaniyekê ragihandin ku hêzên wan li Navçeya Şêrewa ya Efrînê 2 çalakî pêk anîn.

Hêzên Rizgariya Efrînê di daxuyaniya xwe de ev agahî parve kir:

23’ê Tîrmehê, li gundê Fafirtînê yê Şêrawa, hêzên rizgariyê bi çalakiyekî, êrîşî noqte û stargehên koma Feyleq el-Şam kirin.

Di encamê de, 3 çete hatin kuştin û 2 jî birîndar bûn.

Her wiha 3 çeperên çeteyan jî hatin rûxandin.

Hemwextî wê, hejmareke çeteyan xwestin piştgiriya çeteyên din bikin, lê ji aliyê yekîneyên me ve li ser rêya derbasbûna gundê Fafirtînê bi çalakiyekî sabotajê hatin armanckirin.

Di encamê de, di nav de serçeteyê Feyleq el-Şam, Yasîn Ibrahîm Mensûr û alîkarê wî, 3 çete hatin kuştin û 1 jî birîndar bûn.

Her wiha erebeya wan a leşkerî jî hat teqandin.

 

Leave a Reply

Back to top button