Dewleta Tirk a qirker li dijî gerîla bi çekên kîmyewî şerdike

Li Avaşîn û Zapê dema ku bombeyên qedexe tên bi kar anîn
Hîn gelê kurd dîmenên şehîd xistina 17 gerîla bîrnekir vê carê dîmeneke din a bikaranîna çekên kîmyewî ku dewleta qirker li herêma Avaşîn û Zapê bikaraniya heta parvekirin.

Gelek caran hate îspatkirin ku artêşa Tirk li hemberî gerîlayan bombeyên taktîk nukleer, termobarîk, fosfor ên ku qedexe ne û çekên kîmyewî bi kar anîne.Du dîmenên karanîna çekên kîmyewî li dijî gerîla gihişt ber destê gerîla.

Dîmenê pêşîn li Qada Berxwedanê ya Werxelê ya Avaşînê di 20’ê Tebaxa 2022’an de hatiye qeydkirin.

Di vê teqînê de gerîlayên bi navê Baz Mordem û Helbest Koçerîn şehîd dikevin.

Dîmenê duyemîn jî di 10’ê Hezîrana 2022’an de li tunelên şer ên Şehîd Hewrê ya Qada Berxwedanê ya Şehîd Şahîn a Zapê hatiye qeydkirin.

Tê dîtin ku teqîneke çawa mezin û bi şîddet pêk hatiye û çawa li qadeke mezin belav dibe.

Gerîla li hemberî bombeyên qedexe û çekên kîmyewî li ber xwe dide.

Back to top button