Şandeyek Fransî serdana herêmê kir

Şandeyeke Wezareta Derve ya Fransayê bi seroketiya balyoz êFransayê, Stephane Romate, serdana Daîreya Têkiliyên Derve ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir.

Pêr Daîreya Têkiliyên Derveya ya Rêveberiya Xweser pêşwaziya şandeke Fransî kir..

Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve Bedran Çiya Kurd di serdanê de axivî û got :

Fransa di hevsengiya navneteweyî de xwedî roleke mezin e..

“Divê Fransa xwedî li erka xwe derkeve”

Em bang li wê dikin ku di peydakirina çareseriyeke siyasî xwedî li erka xwe derkeve.

Tiştê ku niha li Efrînê dibe planên dewleta Tirk e ji ber dixwaze nêzî Hikumeta Şam ê bibe..

“Em bi baldarî rewşa Sûrî ber çav re derbad dikin”

Balyozê fransî Stephane Romate jî diyar kir ku Fransa bi baldarî rewşa Sûriyê ber çavan re derbas dike û got :

“Fransa dixwaze têkiliyan bi Rêveberiya Xweser re di aliyê siyasî, leşkerî, ewlehî, xizmetguzarî, de xurtir bike.

Hikumeta Frans dê ji bo çareserkirina pirsgirêka kampên malbatên DAIŞ’ê bi Rêveberiya Xweser re nîqaş bike.

40 Zarok û 15 jinên DAIŞ’î ên welatiyên Fransa hatin radestkirin

Rêveberiya Xweser 40 zarok û 15 jinên DAIŞ’î yên welatiyên Fransa radestî şandeyê kirin.

Rêveberiya Xweser 40 zarok radestî şandeya Rûsya kir

Ji aliyekî din ve şandeyek Rûsya jî serdana herêmê kir û hejmarek ji zarokan wergirt.

Li gorî rêveberiya xweser nêzî 40 zarok radestî şandeya Rûsya hatine kirin.

Bi vê yekê re hejmara zarokên ku heta niha ji bo Rûsya hatine radestkirin, gihaşt 300 zarokî û hîna hejmarek mezin jî li kampan e.

Back to top button