LI ŞENGALÊ DIJÎ ÇETEYÊN DAIŞ’Ê OPERASYONA HEVBEŞ DI OPERASYONÊ DE 3 ÇETE HATIN KUŞTIN 2 JÎ HATIN GIRTIN

Li Şengalê li dijî komek çeteyên DAIŞ’ê ku êrîşê gundiyan kirin, operasyoneke hevbeş hat destpêkirin. Di operasyonê de 3 çete hatin kuştin, 2 jî hatin girtin.

Li gorî agahiyên Ajansa Roj News parve kir, duh li Şengalê welatiyên bi navê Hûsên Ateys û Hecî Hesen Şêx Emo di navbera Şengal û Til Aferê de derket nêçîra kewan.

Di vê navberê de komek çeteyên DAIŞ’ê êrîşî Şêx Emo kir û ew kuşt.

Li ser vê yekê Artêşa Iraqê, hêzên YBŞ û Heşdî Şebî li herêmê dijî çeteyên DAIŞ’ê operasyonek hevbeş da destpêkirin.

Di operasyonê de 3 çete hatin kuştin, 2 jî hatin girtin.

Derbarê operasyonê de heta niha tu daxuyaniyên fermî ne hatine dayîn.

Leave a Reply

Back to top button