Li Zanîngeha Kobanê derçûna xwendekaran

Zanîngeha Kobanê ji bo 32 xwendekarên derçûne, şahiyek li dar xist. Di şahiyê de berxwedana gerîla ya li çiyayên Kurdistanê hate silavkirin.

Şahî li Navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê hate lidarxistin.

Hevserokê Zanîngeha Kobanê Şervan Mislim di şahiyê de axivî û got: “Derçûna xwendekarên zanîngehan li gel van rewşên zehmet , bersiva herî guncaw e.

Cîgira Hevserokatiya Zanîngeha Rojava Şînda Dawûd jî wiha got: “Me ev xewn bi vekirina dibistan, zanîngeha û derçûna xwendekaran bi zimanê dayikê pêk anî.

Ev yek bi saya fedakariyên şehîdan ye ..”

Di şahiya derçûnê de peyama fermandarê giştî yê QSD Mezlûm Ebdî li ser ekraneke mezin hate pêşandan.

Ebdî xwendekarên derçûyî û kadroyên her sê zanîngehên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz kirin û got :

“Em bawer in ku hûn ê roleke girîng di pêvajoya bê de ji dîroka gelê me re bilîzin.”

Back to top button