LI SER PARÇEKIRINA XAKA KURDISTANÊ.. DEWLETA TIRK XWE AVA KIR

Îro 24’ê Tîrmehê ye, salvegera 96’an a peymana Lozanê ye.
Ev Peyman di nava welatên di şerê cîhanê yê yekemîn de hat îmzekirin.
Kurdistan bû 4 parçe û li ser hesabê wê Komara Tirkiyê hat avakirin.
Qaşo wê mafê Gelê Kurd hatiba dayin.
Lê belê ji bilî şer û komkujiyan, Dewleta Tirk li dijî gelê Kurd, pêkneaniye.
Peymaneke qirêj ku di Şoreşa Rojava de, parçe parçe dibe.

Îro 24 Tîrmehê ye.

Wekî îro dewletên desthilatdar Kurdistan kirin çar parçe.

Her wiha xaka dewleta Osmanî jî parve kirin.

20’ê Mijdara 1922’an de kongreya Lozanê di navbera du aliyan de pêk hat.

Aliyê yekem:

Brîtanya, Fransa, Îtalya, Japonya, Yewnan, Silovinya, Sirbokranya û Romanya bûn

Ev dewlet di şerê cîhanê yê yekem de serkeftî bûn.

Aliyên beramber jî nûnerên wan dewleta nû ya bi pêşengiya Kemal Ataturk li ser xaka Osmaniyan hatibû avakirin bû.

Di kongreyê de nûnertiya Tirkiyeyê ji Îsmet Înonû, Serokwezîr Hisên Reûf û Wezîrê Derve Yusif Kemal pêk dihat.

Di rûniştina yekem ya kongreyê de dewletên di şer de serkeftî li gel Tirkiy negihîştin ti lihevkirinekê.

Bi taybet li ser pirsgirêka Mûsil û Trakya’yê.

Li ser pêşniyara Tirkiyeyê, 23’ê Nîsana 1923’yan de dema duyemîn a kongreya Lozanê destpê kir.

Tirkiyeyê ji bo dema duyemîn raporek ji sed rûpelan amadekiribû.

Di dema duyem a kongreyê de sê mehan guftûgoyên li ser dewleta Osmanî berdewam kir.

Di encamê de lihevkirina 123 made û ji 2 pêvekan pêk tê di 24’ê Tîrmehê de îmze kirin.

Tirkiyeyê çi bi dest xist û çi ji dest da?

Di peymanê de dewletek nû ya Tirkiyê pêk hat û sînorê wê hat diyar kirin.

Rojhilatê Anadolê û başûr rojhilatê (Bakurê Kurdistanê).

Garantiya neavakirina dewleta Kurdî û Ermenî girt.

1800 kîlometre ji wîlayeta Eskenderûnê ya Sûriyeyê girt.

Wîlayeta Mûsilê ji dest da.

Coxrafya Iraqê hate diyarkirin û Başûrê Kurdistanê kete nava sînorên wê de.

Dewleta Tirk dest ji hewildanên xwe yên dagirkerina Musilê berneda.

Ji ber vê yekê di 1983’an de peymanek li gel hikûmeta Iraqê îmze kir.

Tê de hat îmzekirin ku dikare 10 kîlometre sînor derbas bike.

Lewma ji sala 1984’an û heta niha li Başûrê Kurdistanê 18 operasyon lidarxistiye.

Bi raperîna xelkê Başûr li dijî rejîma Bass re leşkerên xwe anî Başûr û baregeh ava kir.

Niha jî bi hinceta hebûna PKK’ê êrîşî Başûrê Kurdistanê dike.

Her wiha gefan rojane li Bakur û Rojhilatê Sûrî dixwe.

Li ser peymana Lozanê re 96 sal derbas dibin.

Tirkiye hewldanên xwe yên dagirkirina Başûrê Kurdistanê û Mûsilê berdewam dike.

Li dijî van peymanan û êrîşan gelê Kurd jî bêdeng neman.

Têkoşîna ji bo bi destxistin mafê xwe berdewam kirine û di nava şoreş û serhildanan de ye.

Weke mînak piştî 2 salên îmzekirina peymanê, serhildana Şêx Seîdê Pîran destpê kir.

Sala 1930’an de Serhildana Agir û sala 1937-1938’an de jî serhildana Seîd Riza yê Dersim pêk hat.

Sala 1978’an jî PKK’ê li dijî dewleta Tirk a faşîst şoreşa herî mezin destpêkir û hîn berdewame.

Leave a Reply

Back to top button