Dagirkeran gundê Şêx Îsa yê Şehba topbaran kir

Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê rojane didome.
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê duh êvarî gundê gundê Şêx Îsa yê kantona Şehbayê topbaran kirin.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyê wê duh careke din berê topên xwe dan herêmê..

Danê êvarî gundê Şêx Îsa yê kantona Şehayê ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hat topbarankirin.

Di heman wextê de li herêmê tevgera balafirên bêmirov ên biçek jî hebû.

Sibehê jî gundê Wehşiyê yê kantona Şehbayê topbaran kirin .

Di encam êrişan li gundewarên navborî zirarên madî çêbûn..

Herêm rojane dibe armanca topên artêşa dewleta Tirk.

Tevî ku li pêş çavê hemû cîhanê ev êriş pêk tên jî, lê dîsa her kesî xwe li bêdengiyê daniye.

Back to top button