MÎT, AMADEKARIYA ÊRÎŞEKE SÎWQESTÊ LI DIJÎ RAYEDARÊN BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ DIKE

Dewleta Tirk a dagirker êrîşên xwe yên li dijî destkeftiyên şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûrî didomîne.
Piştî hemû hewldanên wê yên têkbirina projeya Rêveberiya Xweser, Dewleta Tirk planan ji bo sîwqestkirina dîplomasiyên Rojava datîne.

Têkildarî vê mijarê Ajansa Hawarê raporek weşand..

ANHA di rapora xwe de, xwe dispêre çavakniyên ji nava Rêveberiya Xweser û dibêje dewleta Tirk amedekariya sîwqestan li dijî hinek rêveber û fermandarên ku ji destpêka şoreşa Rojava ve di nava têkoşînê de ne, dike.

Çavkanî destnîşan dike ku, dewleta Tirk ji bo li herêmê sîwqestan bike, torên veşartî yên girêdayî MÎT’ê çêkiriye û bi riya wan plana sîwqestê pêk bîne.

Ji xwe sala 2016’an MIT’ên Tirk hewl dane, rayedarên Kurd ên Rojava û Ewropayê, bikin hedef..

Yek ji wan jî Berdevkê PYD’ê Salih Muslim bû..

Berî niha bi demekê li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûrî li dijî hevserokê Meclisa Sivîl ê Reqayê Omer Aluş, yek ji serok eşîra Afadile Beşîr Feysel El- Huweydî bi destê MÎT’ê hatin sîwqastkirin.

Li gorî çavkaniyên taybet ji hêzên ewlekariyê, wan rê li pêşiya gelek hewldanên bi vî rengî gitiye û gelek kes jî niha di destê wan de ne..

Leave a Reply

Back to top button