Şêniyên Ranya: Divê PDK û YNK dawî li bêdengiya xwe bîne

Li Başûrê Kurdistanê bertekên li dijî karanîna çekên kîmyewî didome.
Şêniyên navçeya Ranya ya Silêmaniyê doh careke din li qadan bûn û bang li PDK Û YNK’ê kirin ku dawî li bêdengiya xwe bînin.
Her wiha mamosteyên mamostayên Zanîngeha Raperînê jî teqez kir ku kesên ku çekên kîmyewî kartînin û alîgirên wan wê li hember berxwedana gerîla û gel têk biçin.

Li hember gerîla bikaranîna çekên kîmyewî û bedengiya PDK û YNK’ê li başûrê Kurdistanê nerazîbûnên gel berdewam dike.

Doh careke din xelkên Başûrê Kurdistanê li qadan bûn.

Şêniyên navçeya Ranya ya Silêmaniyê daketin qadan û sûcên şer ê dewleta qirker şermezar kirin.

Çalakî li Baxê Giştî yê navçeya Ranya ya Silêmaniyê bi tevlêbûna gelek kesan hate lidarxistin.

Di çalakiyê de wêneyên gerîlayên bi çekên kîmyawî şehîd bûne û pankarta li ser, “Bêdengiya cîhanê ya li hemberî çekên kîmyawî yên ji aliyê dewleta Tirk ve tên bikaranîn şermezar dikin” hatî nivîsandin hildan.

Sara Kerîm diyar kir ku tevî belgeyan jî cîhan li hembr sûcên dewleta dagirker bêdenge ev cihê şermezariyê ye.

Sara kerîm bang li PDK û YNK’ê jî kir ku li dijî vê polîtîkaya dewleta faşîst dawî li bêdengiya xwe bînin û got:

“Em astengkirina şandeya ku xwest karanîna çekên kîmyewî lêkolîn bike şermezar dikin”

“Divê em li dijî karanîna çekên kîmyewî qiyamet rakin”

Çalakvan û mamostayên Zanîngeha Raperînê jî li dijî sûcên dewleta tirk bertek nîşandan.

Serokê Beşa Felsefeyê ya Zanîngeha Raperînê Aram Qadir daxuyakirin ku kurd ten dikarin bi yektîiya xwe ji polîtîkayên qirkirinê xilas bibin.

Çalakvanê medenî Xalid Qadir jî bang hemû kurdan kir ku êdî dawî bêdengiya xwe bînin li dijî vê sûcê qiyametê rakin.

Back to top button