ÎRAN XWEST BI EMERÎKAYÊ RE RÛNÊ, YA DAWÎ JÎ AMADE YE

Ji Nîsanê de, nakokiyên Amerîka û Îranê gihaştine lûtkeyê û herêma Rojhilata Navîn xistine metirsiyê.
Aniha jî Tehran dixwaze bi Waşintonê re rûnê, Amerîka jî amade ye.

Wezîrê parastinê yê Amerîkayê yê nû Mark Esper ragihand ku welatî wî naxwaze şer li herêma Kendavê rû bide û got:

Em amade ne bi Îranê re rûnên bêyî ti mercan.. ji ber helwesta me di vê yekê de pir zelal e.

Ev yek li ser daxwaza Tehranê hat..

Duh serokê Îranê Hesen Rûhanî gotibû, welatî wî amade ye danûstandinan bi Waşintonê re bike û teqez kiribû ku ev yek nayê wateya ew ê xwe ji Amerîkayê re deynin.

 

Leave a Reply

Back to top button