Serhildanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê di roja 36. de didome

Serhildanên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê bê navber dewam dike.
Di roja 36’an de gel carekek din bi dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” li qadan bûn.
Hêzên rejîma Îranê careke din bi tundî êrişî xwepêşandêran kirin.

Serhildanên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê ku piştî qetilkirina Jîna Emînî destpêkirin bi pêşengiya jinan di roja 36’an de bê navber dewam dike.

Êriş û binçavkirinên hêzên rejîmê ya li dijî gel her diçe zêdetir dibe.

Li beramberî van êrişan gel bi daxwaza azadiyê her roj di nava çalakiyan de ne.

Piştî banga çalakvanan îro careke din li gelek bajaran çalakî hatin destpêkirin.

Di serê sibehê de li bajarê Sine, Merîwan û gelek bajarên din ên Rojhilatê Kurdistanê welatiyan deriyê dikanê xwe venekirin û neçûn ser kar.

Li Bajarê Tebrîzê jî bi sedan karkeran çuyîna ser kar pirotesto kirin û li dijî rejîma Îranê meşiyan.

Li bajarê Tehran, Esfehan û gelek bajarên din yên Îranê jî gel li qadan bûn û bê navber dirûşma “Bimre dîktator” qêriyan.

Xwandekarên li dibistan û zanîngehan îro careke din bi dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” di nav çalakiyan de bûn.

Li bajarê Zahîdan jî duh piştî nimêja Înê bi sedan kes meşiyan û dijî rejimê dirûşme qêriyan.

Li gorî agahiyan duh herî kêm li Zahîdanê 57 kes hatin binçavirin.

Ji destpêka serhildanê heya niha li Zahîdanê 93 kes ji aliyê hêzên Îranê ve hatine kuştin.

Meclisa Sendîkaya Pîşeyî ya Mamostayan jî li dijî êrişên ser xwendevanan, bang li hemû mamostayan kirin ku sibe û dusibe bikevin grevê û neçin dewamê.

Tê payîn ku çalakiyên welatiyan yên bi daxwaza azadiyê îro heya derengiya şevê bidome.

Back to top button