Çalakiyên Gerîla bê navber didomin

Hêzên gerîla li herêmên Zap, Xakurkê û Metîna li artêşa Tirk ya dagirker xistin.
Li gorî daxuyaniya HPG’ê di çalakiyan de 6 leşkerên Tirk hatin kuştin.
HPG’ê diyar kir artêşa Tirk careke din 6 caran bi çekên kîmyewî qadên gerîla bombebarankirin.

Hêzên gerîla bi çalakiyên rojane bê navber derbê li artêşa Tirk ya dagirker didin.

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî şerê li başûrê Kurdistanê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

HPG’ê diyar kir artêşa Tirk a sûcdarê şer, bi hemû rêbazên qirêj hewl dide li dijî gerîlayên azadiyê encamê bigire û ev agahî parve kir;

“Li Zap û Metîna 6 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin”

“Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de 21’ê Cotmehê li Qada Çemço ya girêdayî herêma Zapê di encama çalakiya tîmên bi tevger ya bi çekên giran de 2 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin.

Heman rojê li qada Şêxzade ya Xakurkê hêzên gerîla 2 sîstemên kamera ên çavdêriyê ku dagirkeran bi cih kiribûn, rûxandin

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Savaş Mereş a Cenga Xabûrê de 22’yê Cotmehê li Girê Amediyê yê Metîna tîmên bi tevger ji du aliyan bi awayekî koordîneyî li hêzên dagirker xistin.

Baskê yekemîn yê çalakiyê li komeke dagirker xistin û di encamê de 4 dagirker hatin kuştin û 2 dagirker jî birîndar bûn.

Di çalakiya baskê duyemîn de jî çadireke dagirkeran hate rûxandin.”

“Artêşa Tirk a dagirker 6 caran bi çekên kîmyewî êriş pêk anîn”

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir artêşa Tirk a dagirker 21’ê Cotmehê 6 caran bi çekên kîmyewî û bombeyên qedexekirî, 4 caran bi balafirên şer û bi dehan caran jî bi obus, tank û çekên giran qadên gerîla bombebarankirin.

Back to top button