“Divê şandeyên serbixwe li ser êrîşên kîmyewî lêkolînan bikin”

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar diyar kir ku nabe rojeva êrîşên kîmyewî bi gef û daxuyaniyên ji rêzê, derbas bibe. Sancar ji bo lêkolîna li ser êrîşên kîmyewî ku li dijî gerîla pêk hatin, banga avakirina şandeyên serbixwe kir.

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar li navenda partiya xwe bi hevserokên bajaran yên HDP’ê re civiya û mijarên di rojevê de nirxandin.

Sancar bal kişand ser êrîşên kîmyewî ku dewleta Tirk li dijî gerîla pêk anî û ev tişt gotin:

“Nûçe û îdiayên girîng hene.

Ev îdia bi ravekirinên derew û tehdîdan nayên pûçkirin.

Divê ev ji aliyê şandeyên serbixwe ve bên lêkolînkirin û rastiya vê mijarê derkeve holê.

Heke ev jî bên nixumandin û neyê ronîkirin, wê polîtîkayên şer ên li vî welatî kûrtir bibin, birînên civakî mezin bibin.

Ji bo guhertina vê pergalê yek ji girîngtirîn rêyên têkoşînê jî lêgerîna heqîqetê ye.

Ji ber van hemûyan em bi israr doza çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd dikin da ku gelên Tirkiyê ji van aloziyan rizgar bikin.

Rêya çareseriya demokratîk bi muzakere û diyalogê pêkan e.”

“Hevdîtina bi Ocalan re wê rê li ber aşîtî û çareseriyê veke”

Sancar têkildarî serlêdana xwe û hevseroka xwe Pervîn Bûldan a ji bo hevdîtina bi Rêber Ocalan re jî got:

“Herî dawî bi hevseroka xwe Pervîn Buldan re me daxwaza serdana vekirî û hevdîtina bi Îmraliyê re kir.

Daxwaza me vekirî ye, em di wê baweriyê de ne ku civîneke wiha ku rê li ber aştî û çareseriyê veke, di warê rawestandina polîtîkayên şer de xwedî girîngiyeke mezin e.

Sedemeke din a vê daxwazê heye.

Hikûmet dixwaze li ser Îmraliyê manîpulasyonên cuda bike.

Em jî dibînin ku ev manîpulasyon di derdorên cuda de çerxa spekulasyonê diafirînin.

Em dibêjin rêya sereke ya pêşîgirtina li van hemû manîpulasyon û spekulasyonan rakirina tecrîdê ye.”

Back to top button