Jinên Erka Xweparastin-Jin diyar kirin ku hetanî bikaribin civakek ewle û parastî avabikin erkê her ferdekî ye tevlî Erka xwe parastin bibe û gotin: ”Em wek Hêzên Erka Xweparastin-Jin armanca me parastina hemû gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.”
Hêzên Erka Xweparastinê-Jin saziyeke leşkerî ye di sala 2019’an de hat avakirin.
Pisporê hînkirina zanistên leşkerî û bedenî yên pêwîst e, yên jinan li gorî rêgezên Neteweya Demokratîk û nêzîkatiya xweparastinê.
Têkildarî mijarê Fermandariya Giştî ya Hêzên Erka Xweparastinê-Jin Zîlan Efrîn axivî.
“Berî şoreşê rola jinan di civakê de nedihat dîtin”
Evîn Roj, ji destpêka avabûna Hêzên Erka Xweparastinê-Jin ve cihê xwe di nav hêzê de digre, wiha axivî:
Berî şoreşê tu rola jinan nedihat dîtin di nava civakê de.
Piştî tevlibûna me em dikaribûn hemû sînorên zordariyê bişkînin, bi îrade û hêza jinan rabin.
“Pêwîste Jin û Ciwan berê xwe bidin Hêza Erka Xweparastinê”
Evîn bang li tevahî Jinên Rojhilata Navîn kir ku ew xwedî hêz bin û nehêlin tu tişt li pêşiya pêşketina wan bibe kelem.
Hindirîn Muhemed Seyîd jî xwest ku jin û ciwan berê xwe bidin vê hêzê da ku fêrî xwenaskirin û xewparastinê bibin û got: