“Şehîd Mawa ji Botanê heta Zapê bû mîlîtana pêşeng ya gelê Kurd”

Yek ji 17 gerillayên ku di encama çekên kimyawî de şehîd bûyî Mawa Roj e. Ew ji bajarê Mûşê ye. Lêgerîna wê ya azadiyê ku di temenek biçûk de destpêkir, li nav tevgera azadiyê vegeriya têkoşînek bê dawî. Şehîd Mawa ji Botanê heta Zagros û Zapê bû yek ji milîtanên pêşeng ên gelê Kurd.

Xeyala wê ditîna rêberê Mirovahiyê Rêber Apo bû.

Bi hasreta di welatek azad bi jina azad re jiyan bike lêgerîn dikir..

Ji bo hezkirina xwe bi têkoşîna azadiyê meşiya

Bê navber bi eşqek xurt bê dawî heta nefesa xwe ya dawî têkoşiya

Bi qasî navê xwe kesayeta wê jî xwedî heybet bû.

Mava Roj li bajarê Mûşê di nava malbatek welatparêz de ji dayîk dibe û bi çanda Kurdewarî mezin dibe.

Dema li Îdirê zanîngehê dixwine tevgera azadiyê nazdike.

Sala 2013’an tev li xebatên ciwanan dibe.

Xebatên heyî ji xwe re têrker nabîne, sala 2014’an jî tevlî nava refên gerîla dibe.

Li Botanê li warê Egîd û Çiçekan warê, tovê jiyanê lê şînbûyî perwerdeya xwe ya ewil dibîne.

Bi coş û moralek mezin destbi pratîkê dike.

Li ser bingehê Îdeolojiya Rizgariya Jinê ya Rêber Apo xwe nas dike û pêş dixe.

Dixwaze bi rihê azadîxwaz a Sarayan, Bêrîtanan û Zîlanan bi sekna jina pêşeng nîşan bide.

Di qada perwerdê de têkoşîna xwe ya bîrdozî û zanîstî dike yek.

Bi sekna xwe ya kedkar, fedekar û dilnizim, dibe fermandarek pêşeng û dikeve dilê hevalên xwe.

Li gelek herêmên Zagrosê gerillatiyê dike.

Dibe fermandareke YJA Starê li Zapê sekna milîtanî ya jinê ya Apoyî parastiye.

2021’an dema êrişên dagirkeriyê li dijî tevgera azadiyê destpê dike, li refên herî pêş cihê xwe digre û şer dike.

14’ê Nîsana 2022’an li herêma Zapê li gel tîma xwe bi rola xwe ya pêşeng radibe û gelek derban li dijmin dixe.

Bi hêrsa bi salan hem cih li gelek çalakiyên derbên xurt li dagirkeriyê daye hem jî kordîne kiriye

Li gelek qadên Zapê rihê ku bi teqez “Emê bi serbikevin” kêli bi kêlî serkeftina dîrokî nîşanda.

Gerîlatiya ji Botanê heta Zapê dom kir, şopên zêrîn li mîrasa tevgera azadiya jin zêde kir.

Back to top button