Pêşangeha pirtûkan a şehîd Herekol a 6. dest pê kir

6ʹemîn Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol bi diruşma “Pirtûk samanê cîhanê ye” li Hola Zana ya bejarê Qamişloyê dest pê kir.

Bi dehan kes û nûnerên saziyên sivîl, siyasî, şandeyên Rêverberiya Xweser û dayîka Şehîd Herekol beşdarî merasîma vekirina pêşangehê bûn.

Pêşangeh ji 130 hezar pirtûkan bi, zimanê Kurdî, Erebî, Suryanî û Ingilizî pêk tê.

Her wiha ji zêdetirî 51 weşanxane yên hundir û derve beşdar bûne.

Pêşangeh ji aliyê dayika şehîd Herekol, Xedîce Mele Îbrahîm ve hat vekirin.

Di pêşangehê de dayika şehîd Herekol, Xedîce Îbrahîm axivî û bixêrhatina beşdaran kir.

Berdevkê Rêveberiya Xweser Luqman Ehmê û Hevseroka Desteya Çand û Hunerê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ronahî Hesen axivîn.

Di axaftina banga parastina destkefityên şoreşê hat kirin.

Tê payîn ku pêşangeh heta 29ʹê Cotmehê dewam bike.

Hêjayî gotinye ku Desteyê pêşangeha îsal diyarî giyanê helbestvan Cegerxwîn kir.

Back to top button