Şandeya MSDʹê bi endama Komîteya Têkiliyên Derve ya Parlamentoya Awusturyayê ya ji Partiya Kesk, Eva Ernst Çîçek re, hevdîtin kir.
Hevdîtin ji aliyê hevserokê MSDʹê Riyad Derar û endamê nivîsgeha têkiliyan a MSDʹê Selah Ferho ve li avahiya parlamentoyê pêk hat.
Li ser mijarê, Endamê nivîsgeha têkiliyan a MSDʹê Selah Ferho diyar kir ku partî û parlementerên di parlamentoya Awisturyayê de piştgiriyê didin çareseriya siyasî û lihevkirina di navbera Sûriyan û piştgirî dan xebatên QSDʹê û got:
“Partî û parlamenteran destwerdanên dewleta Tirk a dagirker û êrişên wê li dijî herêmên Sûriyê û gelê wê şermezar kirin.”
Şandeya MSD’ê li ser azarên gelê Sûriyê û pêdiviya herêmê bi çareyên siyasî û xitimîna rewşa heyî axivî.
MSD’ê rewşên li Bakur û Rojhilatê sûriyê, pêdiviyên jiyanî yên lezgîn û rewşa ava vexwarinê, anîn ziman.
Hevserokê MSD’ê Riyad Derar diyar kir ku pêwîst e dosyaya DAIŞ’ê û girtiyên di destê Rêveberiya Xweser de, bi rêya dadgehên navneteweyî werin çareserkirin.