HIKUMETA AUSTRALIAYÊ VEGERA ÇETEYÊN XWE YÊN DAIŞ’Ê RED DIKE

Hikumeta Australiayê rê li ber vegera çeteyên xwe yên li Îraq û Sûriyê ji bo DAIŞê şer kiribûn, digire.

Di civîna Parlamana Australia ya duh de, vegera çeteyên DAIŞê yên li Îraq û Sûriyê şer kirine, hat redkirin.

Li gorî parlamanê, wê ev biryar heta 2 salan dirêj bike.

Di destpêka vê mehê de, wezîrê hundir ê Australî Peter Dutton gotibû:

“Ev qanûn, nêzî 230 Australiyên ku li Îraq û Sûriyê di refên DAIŞê de şer kirine, digire nava xwe.

80 ji wan jî, hîna li deverên şer in.”

Vê biryara han, tirsek çêkir ku belkî ne destûrî be û bihêle wezîrê hundir bêhtir bihêz bibe.

Ji lew re, Partiya Karkeran a muxalefetê xwest ku biryarê bişînin komîteya istxbaratê û ewlehiya parlamanê da bêhtir lêkolîn bikin.

Piştî tekbirina DAIŞê li Sûriyê, li ser destê şervanên QSD’ê, bi hezaran çete hatin girtin.

Ji ber welatên biyanî nexwestin çeteyên xwe vegerînin, Birêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî, banga avakirina dadgeheke navdelwetî li herêmê kir.

 

Leave a Reply

Back to top button