Bi dehan xwendekar li Kobanê piştgiriya berxwedana gerîla kir

Bi sedan xwendekar li Kobanê, Koçberên Serêkaniyê, Girê Spî û Til Temirê çalakî li dar xistin.

Xwendekar ji qada Jina Azad heta Parka 19`ê Tîrmehê li Kobanê meşiyan.

Bi dehan xwendekar cilên spî yên taybet ên çekên kîmyawî li xwe kirin.

Çalakî bi dirûşma “Li dijî kîmyasalê werin serferberiya tolhildanê”, li dar ket.

Li pêşiya parkê, xwendekar xwe li erdê dirêj kir û di destê her yek ji wan de wêneya şehîdek heye ku di êrişa bi çekên kîmyawî de di vê dawiyê de şehîd bûbûn.

​​​​​​​”Bêdengiya Rêxistinên Mirovî dibe sedema ku dewleta Tirk komkujiyan pêk bîne”

Bi sedan koçberên Serêkaniyê, Girê Spî û Til Temirê li pêşiya Meclisa Kampa Newroz a Dêrikê kom bûn û heta qada kampê meşiyan û berxwedana gerîla û QSD`ê silav kir.

Li qadê, ji koçberên Serêkaniyê Fatme Xemîs axivî û got: “Em bi yekrêzî li hember êrişên dewleta Tirk a faşîst ên li dijî herêmê û bikaranîna çekên kîmyawî li dijî gerîla li Herêmên Parastinê yên Medyayê, disekinin.”

Li gel bêdengiya civata navneteweyî û piştgiriya NATO`yê, bi çekên kîmyawî êrişî Herêmên Parastinê yên Medyayê dike.”

Back to top button