“Şehîd di bîr û dilê me de namirin”

Kongra Star bi koordîneya Yekitiya Jinên Ciwan ji bo şermezarkirina bikaranîna çekên kîmyawî ji aliyê dewleta Tirk ve li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê, çalakiya konvedanê li dar xist.

Di çalaliyê de endama Koordînasyona Kongra Star Rûşîn Mûsa axivî û got: “Li hember vê hovîtiyê, divê em têkoşînê mezin bikin, hevgirtinê xurt bikin û piştgiriya gerîla bikin.”

Endama Yekitiya Jinên Ciwan Hêva Bekir jî axivî û diyar kir ku her cara dewleta Tirk bi bin dikeve, çekên kîmyawî bi kar tîne.

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Ferzende Cafer jî got: “Şehîdên ku li dijî zulm û zordestiyê li ber xwe dan e, di bîr û dilê me de namirin.”

Di dawiyê de sinefizyonek li ser gerîlayên di êrişa dawî ya bi çekên kîmyawî şehîd bûne hate pêşandan.

Back to top button