Nivîsgeha Jinan a MSD`ê li Minbicê werşeyek li dar xist

Nivîsgeha Jinan a MSD`ê bi koordîneya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê werşeyek bi dirûşma “Girîngiya tevlêkirina jinan di siyasetê de” li nivîsgeha xwe li dar xist.

Nûnerên partiyan, endamên Meclisa Jinan a MSD’ê şaxê Idlib û gundewarê Babê, endamên saziyên taybet ên jinan û Rêveberiya Sivîl a Demokratîk tevlî werşeyê bûn.

Endama rêveberiya Nivîsgeha Jinan a MSD`ê Zebiye El Nasir axivî û diyar kir ku tevlêkirina jinan di girtina biryaran de, dihêle ku mafên xwe bi dest bixe û rolek di birêvebirina civakê de bilîze.

Endama Nivîsgeha Têkiliyan a MSD`ê Jiyan Mele Mehmûd jî axivî û behsa astengiyên li pêşiya tevlêbûna jinan di siyasetê de derdikevin kir û got: “Di destûrên dewletên ereb de, wekhevî di navbera mêr û jinan de tune ye.

Dewletên ku peymanên navneteweyî îmze kirine jî, rêzê ji pabendiyên xwe re nagirin.”

Di dawiyê de beşdar li ser çend koman hatin dabeşkirin û berisva anketekê ku rêbazên xurtkirina jinan di aliyê aborî, siyasî û lidarxistina semîneran li ser naskirina jinan de dan.

Back to top button