Besê Hozat derbarê tecrîda li dijî Rêber Apo de axivî

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat derbarê tecrîda girankirî ya li dijî Rêber APO Şermezar kir û got:
“Têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li Bakur, Tirkiyê, çar aliyên Kurdistanê û derveyî welat tê meşandin, divê hîn bêhtir bê xurtkirin. Di şexsê rêber APO de gelê kurd tê tecrîdkirin.”

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat beşdarî Bernameya Taybet a Medya Haber TV bû.

Besê Hozat berxwedana Rêber Abdullah Ocalan a li Îmraliyê silav kir û got:

24 sal in berxwedaneke bi heybet a Rêber Apo heye.

Li dijî Rêber Apo şerekî piralî tê meşandin.

Besê Hozat: Di şexsê Rêber Apo de gelê Kurd di tecrîdê de ye

Îmralî sîstemeke êşkenceyê ye.

Di nava vê pêkanînê de CPT, Yekîtiya Ewropa, Konseya Ewropayê û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê jî hene.

Tirkiye di şexsê Îmraliyê de civaka Kurd û civaka Tirkiyê xistiye bin sîstemeke zext û êşkenceyê.”

Besê Hozat da zanîn ku ya li Îmraliyê tê kirin faşîzm e û li tevahiya Kurdistanê, Tirkiyê û Rojhilata Navîn hatiye belavkirin û wiha bi lêv kir:

“Cezayên dîsîplînê ji bo pêkneanîna qanûnên navneteweyî polîtîkayeke bi zanebûn û plankirî ye.

Ev yek bi erêkirin û agahiya hêzên navneteweyî tê kirin, lewma polîtîkayeke navneteweyî ye.

Gelê me bi salan e li hemberî vê yekê çalakiyên xurt ên protestoyî lidar dixe û nerazîbûnê nîşan dide.

Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kete rojeva gelên cîhanê hemûyan.

Rêber Apo lîderê gelekî ye, ji aliyê bi milyonan kesî ve weke îrade tê qebûlkirin. ”

Besê Hozat: Divê li dijî tecrîdê têkoşîneke hîn xurtir bê meşandin

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat axaftina xwe wiha bidawî kir:

“Li dijî tecrîdê divê em têkoşîneke xurt bimeşînin.

Meşa Gemlîkê girîng bû.

Li Rojhilata Navîn, Ewropayê parêzeran daxuyanî dan, serlêdan kirin.

Ev hemû girîng in, divê hîn bi xurtî bêne kirin.

Çawa ku gelê me heta niha ev konsept pûç kir, ji niha û pê ve jî bi têkoşîna xwe em dikarin pûç bikin, azadiya fîzîkî ya Rêbertî misoger bikin û plana qirkirina Kurdan bi temamî tasfiye bikin.”

Back to top button