Besê Hozat têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî nirxandin kir

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat di dewama axavtinên xwe de behsa şerê 6 mehan li herêmên Parastinê yên Medyayê û bikaranîna çekên kîmyawî kir û got: “Dewleta Tirk şerekî li dijî mirovahiyê dimeşîne, sûcê li dijî mirovahiyê dike. Lê belê kes dengê xwe nake. Helwesta PDK’ê van êrîşan jî rewa dike”.

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat derbarê şerê li herêmên Parastinê yên Medyayê û bikaranîna çekên kîmyawî de axivî.

Besê Hozat diyar kir têkoşîneke bêhempa tê meşandin ku 6 meh li pey xwe hiştiye û got:

“Dewleta Tirk a faşîst hiqûqa navneteweyî nas nake.

Besê Hozat: Saziyên navneteweyî jî sûcê li dijî mirovahiyê dikin’

Di nava peymanên ku imze kirine bikaranîna çekên kîmyewî qedexe ye, lê belê dewleta Tirk tevî vê yekê jî qanûnên navneteweyî binpê dike.

Ne Konseya Ewropayê dengê xwe derdixîne, ne jî Neteweyên yekbûyî û Yekîtiya Ewropa. ”

Besê anî ziman ku li pêş çavên cîhanê zarokên Kurdan bi gazên kîmyewî kom bi kom şehîd tên xistin û kes dengê xwe neke.

Ewqas dane hene, isdat hene, dîmen hene, ewqas belge li ser cûreyê her gazê hene.

Her kes li qirkirina Kurdan temaşe dike, bêdeng dimîne û tevlî vê dibe.

Li hemberî vê yekê li Rojava, Ewropa, Bakur û Rojhilat gel timî li ser piyan e.

Li Başûr gel li hemberî polîtîkaya qirkirinê gelekî bi hêrs e, lê belê ev yek venaguhere berxwedaneke civakî.

Eger veguhere berxwedaneke civakî wê ev yek zexteke mezin li ser dewletên cîhanê bike.

Besê Hozat: PDK nahêle sûcên şer eşkere bibe

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê destnîşan kir ku aliyekî din ê van êrişan jî xeta hevkarî-xiyanetê ye û got:

Eger xeta hevkarî-xiyanetê ev êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk rewa nekiribûya, siyaset û pratîkeke bi vî rengî nemeşandibûya, dewleta Tirk newêrîbû ewqasî êrîş bike.

Eger hêzên navneteweyî li hemberî van êrîşan ewqasî bêdeng bin, sedemeke vê jî sekna PDK’ê ye.

Helwesta PDK’ê van êrîşan rewa dike.

Heyet dixwazin biçin qadên ku ev çek lê hatine bikaranîn, lê destûrê nade heyetan.

PDK nahêle ku eşkere bibe. Kî zane bê li qada dîplomatîk çi dikin, çi dibêjin.

Li ser berjewendiyên PDK’ê yên di vê mijarê de jî Besê Hozat nirxandineke bi vî rengî kir:

PDK,bi vî rengî xwe dispêre Tirkiyê û desthilatdariya malbata xwe li ser piyan dihêle, pereyên xwe zêde dike û hîn bêhtir sermayeyê bi dest dixe.

Back to top button