Serhildanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê di roja 37. de didome

Serhildanên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê yên bi pêşengiya jinan bê navber didome.
Di roja 37’an a çalakiyê de careke din jî gel bi dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” li qadan bûn.

Serhildanên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê ên bi pêşengiya jinan di roja 37’an de didome.

Hêzên rejîma Îranê jî bi tundî êrişî çalakgeran dikin.

Di encama êrişên rejîmê de zêdetirî 200 kesan jiyana xwe ji dest dane, bi sedan kes birîndar bûne.

Her wiha hezaran kes jî hatine girtin û binçavkirin.

Li beramberî van êrişan gel li qadan li ber xwe didin.

Duh di derengiya şevê de li Sine, carek din ciwan daketin kolanan û bê navber dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ qêriyan.

Li bajarê Kirmaşan, Mahabad, Merîwan, Bokan, Seqizê û gelek bajarên din jî li dijî rejîma Îranê çalakî hebûn.

Li Tehran, Xuzistan, Esfehan, Hurmuzgan jî gelek çalakî bi pêşengiya jinan hatin lidarxistin.

Li bajarê Dizful ya Xuzistanê jî gel bi dirûşma “Azadî” di nav çalakiyan de bûn û li gelek cihan hêzên rejîmê êrişî xwepêşanderan kirin.

Her wiha li Mazenderanê jî welatiyan li dijî rejîma Îranê dirûşmeyan qêriyan, posterên wan qetandin.

Li Azerbaycanê jî gel bi çalakiyên girseyî li qadan bûn.

Xwandekarên li zanîgehên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê careke din bi dirûşmeyan li qadan bûn.

Li aliyê din piştî karkerên sektora neftê, kompanyaya Şîrînemenî ya li Tewrêzê û gelek karkerên din jî ketin grevê.

Her wiha Mamostayên zanîngehan jî biryar dan ku îro û sibe li hemberî êrişên ser xwendevanan, bikevin grevê.

Back to top button