Li Malawî cenazeyê 29 koçberan hat dîtin

Li Malawî ya ku welatekî Afrîkayê ye, cenazeyên 29 koçberan di goreke komî de hate dîtin.

Li bajarê Mzîmba yê bakurê welat di daristanekê de goreke komî hat dîtin.

Hat ragihandin ku li wê gorê cenazeyê 29 kesan heye.

Tîmekî ku ji bijîşk, tiba edlî û polîsan pêkdihat çûn cihê bûyerê.

Gora komî ji aliyê gundiyên herêma Mzîmba ve li nêzî rêya ku Malawî bi Tanzanyayê ve girêdide hate dîtin.

Ev rê ji aliyê bazirganên mirovan ve tê bikaranîn ku koçberan derbasî Afrîqaya Başûr dikin.

Rayedaran gotin, delîlên ji qadê hatine bidestxistin, destnîşan dikin ku qurbanî hemû kesên Etiyopyayî ku temenê wan di navbera 25 û 40 salî de ne û hemû zilamin.

Berdevkê polîsê Malawî Peter Kalayaa ragihand ku di navbera meha Çile û Îlona îsal de, rayedaran 221 koçber girtine.

Ji wan 180 Etiyopyayî ne.

Back to top button