Gerîla çalakiyên tolhildanê pêk anîn

Gerîlayan li herêmên Zap, Metîna û Xakurkê çalakiyên tolhildanê lidarxistin.
Li gorî daxuyaniya HPG’ê di çalakiyan de 28 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin, 7 kon û çeperek jî hatin rûxandin.

Hêzên gerîla li başûrê Kurdistanê derbên giran li artêşa Tirk a dagirker didin.

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê êrişên dagirkeran û çalakiyên gerîlayan de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

HPG’ê diyar kir hêzên gerîla bi pêşengiya tîmên bi tevger yên YJA Starê ji bo bîranîna salvegera şehadeta Bêrîtan-Gulnaz Karataş û ji bo gerîlayên ku bi êrişên çekên kîmyewî şehîd bûne çalakiyên tolhildanê pêk anîne û ev agahî parve kir;

“Li Zap, Metîna û Xakurkê 28 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin”

“Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de 22’yê Cotmehê li Qadên Sîda û Çemço yên herêma Zapê di encama çalakiyên tîmên bi tevger ên bi rêbaza sekvaniyê û bi çekên giran de 6 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin û konekî dagirkeran jî hate rûxandin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Savaş Mereş a Cenga Xabûrê de 22’ê Cotmehê li Girê FM yê Metîna tîmên bi tevger ji du aliyan ve li hêzên dagirker xistin.

Di çalakiya baskê yekemîn de 4 dagirker hatin kuştin û dagirkerek jî birîndar bû. Di çalakiya baskê duyemîn de jî 3 dagirker hatin kuştin û 2 dagirker jî birîndar bûn.

Dîsa heman rojê li Girê Cûdî jî tîmên bi tevger bi awayekî koordîneyî ji sê aliyan ve li hêzên dagirker xistin.

Di encama vê çalakiyê de 5 kon hatin rûxandin, 9 dagirker hatin kuştin û 8 dagirker jî birîndar bûn.

Li aliyê din bi çekên giran û rêbaza sekvaniyê li hêzên dagirker hate xistin ku dixwestin destwerdanê li qada çalakiyê bikin. Di vê çalakiyê de jî 2 dagirker hatin kuştin.

Di çalakiya bi rêbaza sekvaniyê ya tîmên bi tevger ên YJA Starê de jî dagirkerek hate kuştin.

Li Girê Amediyê jî konekî dagirkeran bi çekên giran hate rûxandin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de 22’yê Cotmehê li Girê Şehîd Şahan yê Xakurkê di encama çalakiya bi çekên giran ya tîmên bi tevger ên YJA Starê de 3 dagirker hatin kuştin û çeperek jî hate rûxandin.”

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir artêşa Tirk a dagirker 3 caran bi balafirên şer û bi dehan caran jî bi obus, hawan, tank û çekên giran qadên gerîla bombebarankirin.

Back to top button