Şerê li Ukrayna 8 meh li pey xwe dihêle

Şerê li Ukrayna 8 mehên xwe jî tejî dike. Lê nîşaneyên ku ev şer wê di demeke kin de bi dawî bibe xuya nake. Rûsya êrişên xwe yên li ser Kîevê zêde dike. Serokomarê Ukrayna Zelensky ragihand ku Rûsya di êrişan de torên elektirîkê dike armanc. Tevî vê yekê, hêzên Rûsya li Xersonê tengav bûne.

Ev 8 mehin li welat şerekî dijwar heye.

Bi êrişa Rûsya ya 24’ê Sibatê li ser Ukrayna re, şereke dijwar rûdide.

Bi derbasbûna demê re, ev şer li rojhilatê welat veguheriye bikaranîna çekên giran.

Moskow ya ji daxwazên xwe dûre, demên dawî li dijî paytexta Ukrayna Kîevê êrişên bi balafirên bêmirov pêk anîn.

Kîev di tariyê de maye

Serokomarê Ukraynayê Volodymyr Zelensky ragihand ku Rûsyayê pergala enerjiyê ya welat bombebaran kiriye.

Rêveberiya Kîevê diyar kir ku êrîşên bi asteke pir mezin pêk hatine û rojava, rojhilat, başûr û navenda Ukraynayê kirine armanc.

Zelensky: Rûsya torên elektirîkê dike armanc

Ji ber van êrişan nêzî 1,5 mîlyon mal bê elektirîk mane.

Zelensky got, Beşeke girîng ji mûşek û firokeyên bêmirov ên Rûsyayê hatine xistin û rawestandin.

Ev êrîş wê pêşveçûna artêşa Ukraynayê nehêle.

Helbet niha hêza me ya teknîkî nîne ku em ji sedî 100 moşek û balafirên bêmirov ên Rûsyayê rawestînin.

Lê bi demê re bi alîkariya hevalbendên me, ez bawerim wê bigihije vê astê.”

17’ê Cotmehê artêşa Rûsya li dijî stasyonên elektirîkê yên Ukrayna êrişên bi balafirên bêmirov pêk anîn.

Di van êrişan de, ji sêyan yekê stasyonên elektirîkê hatin têkbirin.

Ev qutkirin bandoreke zêde li paytext Kîev û bajarê Odessa yê dikeve başûrê welat jî kiriye.

Berpirsê elektrîkê yê neteweyî yê Ukraynayê, Ukrenergo, got; Êrîşên dawî ji bombebarana destpêka vê mehê pir zêdetir zirarê dane pergalê.

Zelensky herwiha eşkere kir ku tenê roja şemiyê 36 mûşek hatine avêtin.

Piraniya wan bê ku zirarê bidin sîsteman, hatine rawestandin.

Karbidestên Kîevê dibêjin, berî hatina zivistanê, Rûsya giranî dide ser lêdana çavkaniyên xwe yên belavkirina enerjiyê û hewl dide ku xelkê bê germkirin û kehrebê bixe rewşeke dijwar.

Rûsya li Xersonê tengav bûye

Di vê navberê de, li Xersonê jî rewş li gorî daxwaza Rûsya naçe.

Serfermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Ukraynayê ragihand ku hêzên Rûsyayê ji her du gundên ku li herêma Xersonê kontrol kiribûn derketin.

Her wiha leşkerên Rûs ji bajarê Bêrîslava hatin derxistin.

Back to top button