Bi hezaran kes li dijî êrişên dagirkeriyê daketin qadan

Li Hesekê,Qamişlo, Tirbespiyê, Kobanê û Dêrazorê êrişên bi çekên kîmyewî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve û bêdengiya civaka navneteweyî hatin şermzar kirin. Her wiha bang li NY û Rêxistinên Mafê Mirovan hate kirin ku dewleta Tirk ji ber van sucên ku dike, darzînin.

Îro jî şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê daketin qadan û êrişên dewleta Tirk yên bi çekên kîmyewî û bêdengiya civata navneteweyî şermezar kirin.

Li Hesekê êrişên dewleta Tirk a dagirkr hat şermzar kirin

Bi hezaran welatiyên Hesekê bi dirûşma “Bêdengiya we hevkariya ji bo qirkirina me ye” xwepêşandanek li dar xistin.

Çalakî li ber baregeha Koalîsyona Navneteweyî ya li “Rawestgeha Wezîr” ya li ser rêya Hesekê-Dirbêsiyê pêk hat.

Li vê derê Hevseroka Meclisa Kantona Hesekê Semer Ebdullah axivî û hişyarî ku wê êrişên dewleta Tirk bibe sedema vejandina DAIŞ’ê.

Piştre şandeyekê berê xwe da baregeha Koalîsyona Navneteweyî û li ser bêdengiya wê, êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê li ser herêmê, belge radestî wan kir.

Şêniyên Qamişlo piştgirî dan berxwedana gerîla

Bi pêşengiya Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM îro li Qamişlo li dijî bikaranîna çekên kîmyewî û bêdengiya civata navneteweyî meşek hat li dar xistin.

Meş ji kolana Qesir Nubala ya bajêr dest pê kir û li Çerxerêya Sonî veguherî mitîngê.

Li wir endamê Yekitiya Parêzeran a herêma Cizîrê Mihemed Emîn Niêmî daxuyanî da.

Mihemed Niêmî diyar kir ku dewleta Tirk di bikaranîna çekên kîmyewî hemû qanûnên navneteweyî û binpê dike.

Di dawiyê de Mihemed Niêmî piştgiriya xwe bi gerîla nîşan da û diyar kir ku Gerîla gel e, gel jî gerîla ye.

Şêniyên Tirbespiyê peyama mezinkirina tekoşîn û berxwedanê dan

Yekitiya Jinên Ciwan a navçeya Tirbespiyê jî bi heman armancê meşek li dar xistin.

Piştî ku meş veguherî mêtingê, ji rêveberên Yekitiya Jinên Ciwan Zeyneb Yûsif axivî.

Zeyneb bang li ciwanan kir ku asta têkoşînê bilindtir bikin û planên dagirkeran pûç bikin.

Li Kobanê li dijî bikaranîna çekên kîmyewî çalakiya konvedanê hate vedan

Têkildarî mijarê Yekîtiya Jinên Ciwan a herêma Firatê jîli gundê Pêndir ê Kobanê çalakiya konvedanê li dar xist.

Li cihê çalakiyê Berdevka Yekitiya Jinên Ciwan a herêma Firatê Firyal Temê axivî û bang li gelê kurd kir ku li dijî dewleta Tirk dakevin qadan.

Piştre li ser jiyana gerîla sînevîzyonek hat pêşandan.

Malbatên şehîdan ên Dêrazorê banga darizandina dewleta Tirk kir

Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrazorê jî li ser mijarê daxuyaniyk da.

Meclisê êrişên dewleta Tirk û bikarnaîna çekên kîmyewî li dijî gerîla û bêdengiya hêzên navnetweyî, şermezar kir.

Meclisê di dawiyê de bang li civata navnetewî, NY û rêxistinên mafê mirovan kir ku dewleta Tirk ji ber sûcên wê darizînin.

Back to top button