6ʹemîn Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol bi dirûşma “Pirtûk samanê cîhanê ye” li bajarê Qamişlo li hola Zana di roja xwe ya duyem de berdewam dike.
Endamê Komîteya Amadekar a pêşengehê Ebdullah Şêxo axivî û diyar kir ku armanc ji pêşengehê ew e ku çanda xwendinê li herêmê berfireh bikin û destekê bidin nivîskar û xwendevanan.
Zêdetirî 50 weşanxane, nivîsgeh, saziyên çandî û navendên lêkolînê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Şam, Heleb, Lazîqiyê, Iraq, Misir, Tirkiye, Balçîka, Ewropa, Başûr û Bakurê Kurdistanê beşdarî pêşangehê bûn.
Di pêşangehê de 130 hezar pirtûk bi 13 hezar serenavên çandî, dîrokî, wêjeyî, siyasî û civakî hene.
Di pêşengehê de panel, şahiya îmzekirina pirtûkan, berhemên hunerî, muzîk, pêşbirkên çandî û belavkirina pirtûkan weke xelat li ser mêvanan têne lidarxist.
Di pêşangehê de, koma helbestan a bi navnîşan “Maya hat kuştin” a nivîskar Ehmed El Yûsif ê ji Minbicê hat îmzekirin û bê pere li serdanvanên pêşangehê hatin belavkirin.