Siyasetmedar, rojnamevan û rewşenbîrên Ereb xwestin ku sûcên dewleta Tirk werin teşhîrkirin

Siyasetmedar, rewşenbîr û rojnamgerên Ereb jî bang li her kesî kirin ku dewleta Tirk a ku çekên kîmyewî bi kar tîne teşhîr bikin.

Komek siyasetmedar, rewşenbîr û rojnamgerên Ereb têkildarî bikaranîna çekêm kîmyewî li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê daxuyaniyek hevbeş dan.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku dewleta Tirk a dagirker çekên kîmyewî bi kar tîne û daristanan dişewitîne.

Her wiha di daxuyaniyê de hat gotin ku YE, DYA’yê, OPCW û NY li ser sûcên dewleta Tirk nikarin veşêrin û li hemberî wê bêdeng bimînin û wiha dewam kir: Dewleta Tirk bi hemû hêza xwe, bi rêya siyasetên xwe yên înkarkirinê û bi bikaranîna hemû cureyên çekên qedexekirî, hewl dide gelê Kurd û gelên herêmê tune bike.

Ev yek li pêş çavên cîhanê ku bêdengin tê kirin.

Em bang li hemû saziyên navneteweyî, hikumet, civaka navneteweyî, Komkara Erebî, tevahî rewşenbîr, akademîsyen, siyasetmedar û demokrasên Ereb dikin ku dewleta Tirk a sucdar şermezar bikin.

Back to top button