Li Tebqayê semînerk der barê xetereya madeyên hişbirê de hat dayîn

Li Tebqayê têkildarî xetereya madeyên hişbirê li ser civakê semînerek hat dayîn.

Komîteya Jinan a Rêvberiya Sivîl a Herêma Tebqayê bi koordîneya Komîteya Tenduristiyê semînerek li ser xetereya madeyên hişbir û bandorên wê li civakê û taybet li ciwana da.

Di semînerê de bijîşkê pisklojîk Ebdulsemed El Casim behsa sedemên ku dihêle mirov madeyên hişbirê bibin kir û got,: Hinek sedem girêdayê ferd, hinek malbatê û hin din jî girêdayî civakê ne.

El Casim bal kişand ser bandorên madeyên hişbirê yên li ser derûnî, fîzîk, aborî, civakî, siyasî jî.

El Casim rêbazên pêşîlêgirtina bikaranîna madeyên hişbirê jî got:

“Divê malbat li zarokên xwe guhdar bikin û pirsgirêkên wan nas bikin û çareser bikin.”

Back to top button