7 çeteyên DAIŞ’ê li Başûrê Kurdistanê hatin girtin

Dezgeha Dije Terorê ya Iraqê bi daxuyaniyek ragihand 7 kesên ku bi madeya terorê daxwaza girtina wan hebûn, hatin girtin.

Dezgeha Dije Terorê ya Iraqê bi daxuyaniyek nivîskî ragihand, hêzên wan çar terorîst li Başûrê Kurdistanê girtine.

Kesên hatin girtin ji wan 3 li Hewlêrê û yek jî li parêzgeha Silêmaniyê.

Her wiha hat diyarkirin li Kerkûkê jî serçeteyek DAIŞ’ê ku bi navê Ebo Hemze dihat naskirin, hate girtin.

Di heman daxuyaniyê de hat gotin, hêzên wan şaneyek din a çeteyên DAIŞ’ê girtine ku çek û amêrên teqandinê li gel wan de hebûn.

Back to top button