Şengalê li dijî ”Çekên kîmyewî” li qadan bûn

Xelkê Şengalê li dijî bikaranîna çekên kîmyewî ên li ser gerîla meşek girseyî li dar xistin. 

Li Şengalê bertek û nerazîbûna li dijî êrişên bi çekên kimyewî her ku diçe zêdetir dibin.

Doh careke din Şengalî daketin qadan û li dijî vî sûcê qirêj yê dewleta Tirk a dagirker meşiyan.

Ji hemû sazî û dezgehên Şengalê yên Meclisa Xweseriya Demokratîk ya Şengalê tevlîbûn ji meşê re çêbû.

Şengaliyan di meşê de êrişên dewleta Tirk a dagirker ên bi çekên kîmyewî li dijî gerîlla şermezar kirin.

Her wiha piştgiriya xwe ya bi gerîllayên azadiyê re piştrast kirin û banga dawîanîna sûcên Tirkiyê kirin.

Back to top button