Pêşangeha pirtûkan a Şehîd Herekol a 6. di roja 3’an de ye

6ʹemîn Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol pêr li Qamişlo dest pêkir.
Di roja 2’emîn a Pêşangehê de panelek li ser saziya rewşenbîrî û rola wê di civakê de hat lidarxistin .

Pêşengeh di bi diruşma “Pirtûk samanê cîhanê ye” dest pê kir..

Nûnerên saziyên sivîl, siyasî, şandeyên Rêverberiya Xweser û dayîka Şehîd Herekol beşdarî pêşangehê bûn.

Pêşangeh 130 hezar pirtûkan di nava xwe de dihewîne ..

Di roja 2’emîn a Pêşangehê de, dîwana “Maya Qutîlet” a helbestvan Ehmed El Yûsif ê ji Minbicê hat îmzekirin.

Her wiha panelek bi navê “Saziya rewşenbîrî û rola wê di civakê de” hat lidarxistin.

Panel ji aliyê nivîskar Ebdulmecîd Xelef ve hat birêvebirin.

Tê payîn ku çalakiyên pêşangehê heta 29’ê Cotmehê bidomin.

Deriyê pêşangehê rojane ji saet 10:00’ê heta 20:00’ê vekirî ye.

Back to top button