Li Silêmaniyê bikaranîna çekên kîmyewî hat şermezarkirin

Li Başûrê jî gel li hember sûcên Tirkiyê li qadan bûn. Li Silêmaniyê û Şenaglê çalakî hatin lidarxistin.
Jinên Şengalê jî gotin: ”Gerîla zarokên me ne û em piştgiriya wan dikin.” 

Li Başûrê Kurdistanê gel li dijî bikaranîna çekên Kîmyewî di nava çalakiyan de ne.

Di vê derbarê de komek çalakvan, nûnerên rêxistinan û welatiyan li Silêmaniyê çalakî kirin.

Çalakvanan xwestin daxwaznameyek pêşkêşî Nûnertiya NY bikin, lê berpirsên nûnertiyê daxwazname negirtin.

Ji bo wê jî li ber deriyê nûnertiya NY daxwazname ji çapemeniyê re hat xwendin.

Çalakvanan diyar kirin ku dewleta Tirk di şerê li dijî gerîlayên azadiyê de çekên herî xirab bikar tîne û got:

”Ji vê jî divê civaka navneteweyî, li dijî van sucan xwedî helwest bin û bi berpirsyartiya xwe rabin.”

Şengalê li dijî ”Çekên kîmyewî’ li qadan bûn

Xelkê Şengalê jî li dijî bikaranîna çekên kîmyewî ên li ser gerîla meşek girseyî li dar xistin.

Ji hemû sazî û dezgehên Şengalê yên Meclisa Xweseriya Demokratîk ya Şengalê tevlîbûn ji meşê re çêbû.

Şengaliyan di meşê de piştgiriya xwe ya bi gerîllayên azadiyê re piştrast kirin.

Jinên Şengalê: Em li pişta Gerîla ne

Jinên Şengalê li hember êriş û sûcên dewleta Tirk ên li dijî gerîla jî bertek nîşan da.

Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Emşê Şengalî, derbarê mijarê de axivî.

Emşê dibêje dema ku ferman bi ser wan de hat, yên ku ew xilas kirin gerîlayên azadiyê bûn.

Endama Kordînesyona TAJÊ Neam Bedel jî dibêje gerîla zarokên me ne û em piştgiriya wan dikin.

Back to top button