Bikaranîna kîmyewî li Minbicê hat şermezarkirin

Gelên Bakur û Rojhilatê Sûrî li dijî bikaranîna çekên Kîmyewî bi hêrs e.
Rojane li dijî vî sûcê dewleta Tirk a dagirker li herêmê çalakî tên lidarxistin.
Li Qamişlo, Tebqa, Reqa û Minbicê çalakiyên cur be cur pêk hatin.
Û têde bikaranîna çekên Kîmyewî hat şermezarkirin. 

Li dijî bikaranîna çekên Kîmyewî xelkê Bakur û Rojhilatê Sûrî di nava çalakiyan de ne.

Li gelek deverên herêmê çalakiyên cur be cur hatin lidarxistin û sûcê Tirkiyê hat şermezarkirin.

Di vê çarçoveyê de Tevgera Ciwanên Şoreşger li Minbicê çalakiyek li dar xist.

Têde şanoyê ya bêdeng li ser rêya sereke ya Helebê ji aliyê ciwanan ve hat pêşandan.

Û bêdengiya navneteweyî ya li hemberî sûcên ku li dijî Gerîlayan tê kirin hat şermezarkirin.

Li Qamişlo pêşengehek hat vekirin

Bi heman armancê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriye li Qamişlo pêşengehek ji bo 17 gerîlayên şehîd vekirin.

Li ser navê Ciwanan, Gîvara Wasil Esed axivî û piştgiriya xwe ya ji bo gerîlayan anî ziman.

Li Tebaqyê ciwanan çalakiyek li dar xist

Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan a Tebqayê jî bi çalakiyekê li dijî ”Çekên Kîmyewî” derketin.

Ciwanên Reqayê li dijî sûcên Tirkiyê meşiyan

Her wiha Tevgera Ciwanên Şoreşger li Reqayê jî derbarê mijarê de meşek li dar xist.

Ciwanan di meşa xwe de banga rakirina tola her 17 gerîlayên şehîd kirin.

Back to top button