Rêveberiya xweser li Spanyayê gelek hevdîtin pêk anîn

Rêvebeirya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Ewropayê hevdîtin li spanyayê pêk anîn.
Nûnerên Rêveberiya Xweser ê Ewropayê Ebdulkerîm Omer derbarê mijarê de axivî û got:
Rayedarên Katalonyayê diyar kir ku ew amade ne bi Bakur û Rojhilatê Sûriyê re têkiliyan dualî pêşbixin û piryara parlamentoya Katalonyayê têxin meryetê.

Nûnerên Rêvebeirya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Ewropayê gelek hevdîtin li herêma Katalonya ya Spanyayê pêk anîn ..

Di şandeya Rêveberiya Xweser de, nûnerên Rêveberiya Xweser ê Ewropayê Ebdulkerîm Omer hebû…

Şande bi berpirsê Têkiliyên Derve yê hikumeta Katalonya , Desteya Serokatiya Parlamanetoya Katalonyayê, cîgirê serokê parlamentoyê re civiya.

Ev hevdîtin hemwextî salvegera yekemîn a naskirina Rêveberiya Xweser ji hêla herêma Katalonya ya Spanyayê ve pêk hat.

“Katalonya dixwaze biryarê parlamentoyê têxe meryetê”

Têkildarî mijarê Ebdulkerîm Omer ji ajansa ANHA’yê re axivî.

Omer destnîşan kir ku berpirsên Katalonyayê kêfxweşiya bi serdana şandeya Rêveberiya Xweser re anî ziman û got:

“Berpirsên Katalonyayê diyar kir ku ew amade ne serdanên dualî pêk bînin ..

Her wiha dest bi gavên pratîk ji bo pêkanîna biryara parlamentoya Katalonyayê bikin.

Berpirsan pesna Rêveberiya Xweser ku projeyeke demokratîk e da ku tê de hemû pêkhate beşdar in, bi taybet rola pêşeng a jinan.”

Ebdulkerîm Omer dazanîn ku biryara parlamentoya Katolonyayê bandoreke erênî ya mezin li welatên derve û gelê Kurd û hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir.

Parlamentoya Katalonyayê di 20’ê Cotmeha 2021’an de Rêveberiya Xweser weke hebûneke siyasî nas kir..

Back to top button