“Jin, Jiyan Azadî”

Nêzî 40 rojî ye li Îran û Rojhilatê Kurdistanê, serhildana li dijî rejîma Tehranê dewam dike.
Xwepêşandanên bo Jîna Emînî despêkirî di pêkanîna armancên xwe de bi biryarin.
Ev serhildan doh bi pêşengiya xwendekar û mamostayan dewam kir.

Bê navber serhildana li Rojhilatê Kurdistan û Îranê dewam dike.

Xwepêşandan mehek zêdetire, tevî hemû zext, gef, kuştin û girtinan didome.

Xwepêşandan bi pêşengiya xwendekar û mamosteyan dewm kir

Duh xwendekarên zanîngehê yên Razî Kirmaşan, Zaniste Pizîşkan ya Zahîdan, Zanista Komelayetî ya Tahranê, Şerîf, Emîr Kebîr, Elame Tebatebaî ya Tahranê, Ferdews Meşhed, Azadî Xumeynî ya li Esfehanê, beşa huner, Telarsazî, Azadî Kerec û gelek zanîngehên din ketin grevê, çalakî lidarxistin û bê navber dirûşmeyên dijî komara îslamî ya Îranê gotin.

Gorî agahiyan li Zanîngeha Şerîf ya Tahranê hêzên Besîc deriyê zanîngehê li xwendekanan girtibûn, xwendekanan jî deriyê zanîngehê şikandine û bê navber dirûşmeyên dijî rejîmê gotin.

Li ser banga Desteya Hemahengî ya Sendîkaya Mamostayan, li bajarên Rojhilatê Kurdistan û Îranê xwendekar û mamostayên ketin grevê piştgirî dan xwepêşandanan.

Li gelek dibistanên bajarên Merîwan, Ciwanro, Seqiz mamosta neçûn dibistanan û girtin û binçavkirina mamosta û xwendekanan şeremezar kirin.

Duh li bajarê Sine xwendekarên jin çalakiyek lidarxistin, hêzên rejîmê gule berdan hewayê û ew belavkirin.

Ji bilî xwendekanan li bajarên Sine, Dîwanre, Serdeşt, Bender Ebas ya dikeve Başûrê Îranê û gelek herêmên din, çalakiyên gel dewam kirin.

Heta niha herî kêm 215 kes hatine kuştin

Li gorî rêxistinên mafê mirovan heta niha bêtirî 215 kes ji aliyê hêzên rejîmê ve hatine kuştin.

Back to top button