Li Cîhanê welatên demokrat kêm dibin

Di 25 salên dawî de li cîhanê ‘demokratîkên lîberal’ bi rêjeya ji sedî 13 daketiye asta herî nizim.
Ji sedî 26 ê nifûsa cîhanê bi “deshilata girtî” tê birêvebirin.
Ji sedî 44 jî di bin pergala “deshilata hilbijartî” de ne.
Tirkiye di endeksa demokrasiyê de di nav 179 welatan de di rêza 147. de ye.

Di nava salên dawiyê de li cîhanê rêveberiyên deshilatdar zêde dibin.

Ev yek jî bi xwere metirsiyan dide avakirin.

Enstîtuya Cûreyên Demokrasiyê ya Zanîngeha Goteborgê (V-Dem) li ser mijarê rapora ku amade kirî weşand.

Li gorî raporê, berberî li cîhanê her ku diçe zêde dibe.

Rapora Demokrasiyê ya 2022 a Enstîtuya Cureyên Demokrasiyê formên hukûmet û meylên berbiçav ên li cîhanê lêkolîn dike.

Li gorî raporê, di dawiya salên 1990’î de, dema ku 72 welat ber bi demokratîkbûnê ve diçûn, tenê 3 welat meyla otorîterbûnê dan.

2021’ê tenê 15 welatan di rêya demokrasiyê de pêşde çûne, lê meyla otorîterîzmê li 33 welatan zêde bûye.

Li gorî raporê, hejmara welatên ku demokrasiya lîberal serdest in, daket asta herî nizim a 25 salên dawî.

Yekîtiya Ewrûpayê jî para xwe ya otorîterîzmê heye.

Ji sedî 20’ê endamên YE yê di nava pêleke otorîterîzmê de ne.

Tirkiye di endeksa demokrasiyê de ji 179 welatan di rêza 147’an de ye

Di raporê de Endeksa Demokrasiya Lîberal a 2021’an heye.

Li gorî vê yekê Tirkiye ji 179 welatan di rêza 147’an de ye.

“Tirkiye yek ji welatên pêşengiya otorîterîzmê dike ye”

Her wiha Tirkiye di nava 10 welatên herî otorîter de cih digire.

Li 6 ji van welatan, partiyên dij-pirbûna netewan pêşengiya otorîterîzmê dikin.

Ev welat Brezîlya, Macarîstan, Hindistan, Polonya, Sirbîstan û Tirkiye ye.

Di raporê de hat diyarkirin ku li Tirkiyeyê otorîterî di sala 2006’an de dest pê kiriye.

Di raporê de Tirkiye weke “otorîterîzma hilbijartî” tê binavkirin.

Li Cîhanê çi tişt ber bi nebaşiyê ve diçin?

Rapora Enstîtuya Tîpên Demokrasiyê nîşan dide ku di siyaseta cîhanê de gelek hêmanên demokratîk ber bi xirabûnê ve diçin.

Li gorî vê yekê, di sala 2011’an de ji sedî 49’ê nifûsa cîhanê di otokrasiyê de dijiyan, ev rêje di sala 2021’an de derket ji sedî 70’yî.

2021’an, asta demokrasiyê di nav nifûsa cîhanê de vegeriya 1989’an.

Di 10 salên dawî de jimara welatên ku azadiya ramanê di bin tehdîdê de ye ji 5’an derketiye 35’an.

Di heman serdemê de jimara welatên ber bi qutbunê ve diçin jî ji 5’an derket 32’an.

V-Dem raora xwe ji zêdetirî 30 mîlyon daneyan analîz û index ê amade dike.

Bêtirî 3,700 pispor beşdarî raporê bûne.

Back to top button