Besê Hozat ji Medya Haber re axivî

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat, êriş û planên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û her wiha bi cih kirina çeteyên Cebhet El Nusra li Efrînê nirxand.
Besê Hozat dibêje, “Dewleta Tirk wê ji niha û pê ve bi çeteyên El Nûsra êrişî herêmê bike, lewma ji 7 heta 70 salî divê gelên bakur û rojhilatê Sûriyê xwe ji şer re amade bikin.”

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat di beşa duyem a hevpeyvîna li gel Medya Haber TV’yê de rewşa li Bakur û Rojhilatê Sûriyê nirxand.

Besê Hozat diyar kir, dewleta Tirk piştgiriya hêzên herêmî û navnetewî dixwaze Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê tasfiye bike û wiha got:

“Tirkiye dixwaze li herêmên dagirkirî dewleteke çete ava bike”

“Dixwaze li van qadan dewleteke çete ava bike.

Dibêje, ‘Eger hûn di vê mijarê de piştgiriyê bidin min, ez ê jî di mijara Ûkrayna, Idlib û Esad de hin tawîzan bidim we, peyama vê yekê dide.

Lê belê bi esasî plana dewleta Tirk Mîsakî Mîllî ye.

Dixwaze Başûr jî, Rojava jî tevlî Tirkiyê bike û desteser bike. Vê yekê jî bi qirkirina Kurdan dike.”

Besê Hozat destnîşan kir ku bûyerên dawî yên li Efrînê jî ji vê yekê cuda nîne û wiha dewam kir:

“Ketina çeteyên El Nûsra li Efrînê bê haya Rûsya û Amerîka nîne”

“Li pişt deriyên girtî bi Rûsya û DYE’yê re gelek hevdîtin û bazarî hatin kirin.

Ketina El Nûsra ya li nava Efrînê ji Rûsya û DYE’yê serbixwe nîne, weke planeke Tirkiyê ya bi tena serê xwe nikare bê nirxandin.

Dewleta Tirk dixwaze di sala dawî de plana xwe ya qirkirina Kurdan bibe serî.”

Besê Hozat diyar kir, hin komên çete ku ji bin kontrola Tirkiyê derketine û ji têkiliyên Tirkiye û Şamê gelekî aciz in, di dema pêş de ji bo Tirkiyê dibe ku bibin metirsiyeke mezin û got:

Tirkiye ji vê yekê gelekî ditirse. Êrîşa Rûsyayê ya li hemberî çeteyan ji Tirkiyê serbixwe nîne.

Bi rêya Rûsyayê li wan dixe.

Li aliyê din bi destê El Nûsra jî li wan koman dixe.”

“Dewleta Tirk wê ji niha pêde bi çeteyên El Nusra şerê Rêveberiya Xweser bike”

Di dewamê de Besê Hozat anî ziman El Nûsra û Tirkiye li ser Bakur-Rojhilatê Sûriyê li hev kirine û got:

“Li ser bingeha wê yekê li hev kir ku qadên Rêveberiya Xweser û herêmên dagirkirî bide El Qaîde yanî El Nûsrayê, wan li wir bi cih bike û ew şerê Rêveberiya Xweser bikin.”

‘Li Rojava ji 7 heta 70 salî divê her kes ji şer re amade be’

Besê Hozat da zanîn Tirkiye wê vê hêzê di têkiliyên Şamê de jî bi kar bîne û wê hewl bide ku bi rêya vê hêzê şantajê li Şamê bike û li dijî Kurdan bi kar bîne.

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat diyar kir planeke gelekî xeter li ser Bakûr û Rojhilatê Sûriyê heye û ev bang li gelê Kurd û herêmê kir:

“Li dijî vê yekê divê gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelekî baldar tevbigere.

Divê Rêveberiya Xweser siyaseteke bi bandor, dîplomasî û têkoşîneke xurt bimeşîne.

Ji aliyê leşkerî ve jî amadekariyeke cidî divê.

Li Rojava ji 7 heta 70 salî divê civak ji bo şerê gel ê şoreşgerî re bê amadekirin.”

Back to top button