Uganda.. Ji ber vîrûsa Ebola Jimara pêketiyan gihişt 75’an

Nexweşiya Ebola careke din metirsi li nava Afrîka belav kiriye.
Fikar hene ku nexweşiya ebola ya li Ugandayê ji kontrolê derkeve.
Li welêt hejmara pêketiyan derket 75’an.
Heta niha 28 kes jî mirine.

Li nexweşxaneya Mulago ya li paytexta Uganda Kampala, ku nexweş bo wê hatin şandin, 9 kesên din bi vîrusa Ebola ketine.

Bi van re jimara dozên erênî yên li yekîneya karantînayê ya nexweşxaneyê derket 14’an.

Wezîrê Tenduristiyê Dr. Jane Ruth Aceng got;

9 bûyerên erênî têkiliyên kesek bûn ku vê dawiyê li nexweşxaneya Mulago mir.

Hemû van kesan ji herêma Kassanda ne ku herî zêde bi Ebola bandor bûne.

Li gor daneyên fermî heta niha li welêt 28 kes ji ber Ebola mirine.

Lêbelê, dibe ku jimara rastî ji vê yekê pir zêdetir be.

Ebola nexweşiyek metirsîdar, kujer û vegirtinê ye.

Vîrusa yekem car 1976’an di dema derketinek li nêzî Çemê Ebola ya Komara Demokratîk a Kongoyê, hat dîtin.

Tê texmînkirin ku vîrûs ji baskên fêkiyan çêbûye.

Back to top button