Li Iraqê hêzên ewlekariyê hatin belavkirin

Li Iraqê rewşek aram xuya nake.
Serokomarê nû û erkdarkirina namzetê bo avakirina hikumeta welat jî nekariye di asoyên welat de aramiyê pêk bîne.
Beriya Tevgera Tişrîniyan li Bexdayê xwepêşandanek lidarbixe, ji niha de li Bexdayê hêzên ewlekariyê hatine belavkirin.

Li gorî agahiyên ji nûçegihanê me hatine standin, li Bexdayê hêzên ewlekariyê hatine belavkirin.

Hate gotin, hemû hêzên ewlekariyê hatine agadarkirin ku vegerin ser erka xwe.

Hate diyarkirin ku tê payîn li Bexdayê xwepêşandan were lidarxistin, ji bo kubûyerek nexweş rû nede, bang li hêzên ewlekariyê hatiye kirin ku bikevin nava amadebaşiyê.

2’yê Cotmehê Sekreterê Giştî yê Tevgera ‘Ez bi mafê xwe kêfxweş nabim, heya ku mafê xwe bigrim’ ku beşek ji tevgera Tişrîniyane, Meşreq Ferîc ji Rojnews re axivî û got;

“Xwepêşandanên Cotmehê bi aştiyane çêbûn û wê bi aştiyane bimîne.

Wê di 25’ê Cotmehê de ‘Şoreşa Mezin’ destpê bike, çi hikumeta ji aliyê Çarçoveya Hemahengî ve pêkwere emê bi rûxînin.”

Back to top button