“lidarxistina festîvalê li qadên berxwedanê heqareta li gelê kurd e”

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat diyar kir lidarxistina festîvalê li bajarên Bakurê Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirk ve heqareta li gelê Kurd e û got:
“Li hemberî vê yekê ji 7 heta 70 salî divê xelkên Silopiya Cizîr, Amedê rabin ser piyan.
Besê Hozat a ku rewşa li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê jî nirxand, bang li rêjîmê kir ku guh bide daxwazên gel.

Beşa duyemîn a hevpeyvîna Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat, ku ji Medya Haber TV’yê re axivî, hate weşandin.

Di vê beşê de, Besê Hozat siyaseta desthilatdariya AKP-MHP’ê ya li hemberî gelê Bakurê Kurdistanê û rewşa li Îranê, nirxand.

Besê Hozat, ewil bal kişande ser lidarxistina festîvalan li bajarên Bakurê Kurdistanê ji aliyê rejîma Faşîst a AKP-MHP’ê ve.

Besê Hozat destnîşan kir ku li hemberî Kurdan şerekî giran ê taybet heye û wiha got:

“Dewleta Tirk dewleteke şerê taybet e, lê belê ev desthilatdariya AKP-MHP’ê ji desthilatdariyê berê girantir şerekî qirêj dimeşîne.

Li Kurdistanê ji narkotîkê heta bi fûhûşê ji bo bişaftina civakê pêş dixe.

Mînak, li qadên berxwedanê ku ciwanan ji bo azadiya vî gelî xwîna xwe rijandin li Silopiya, Cizîr û Amedê festîvalana lidar dixe.

Hewl didin civakeke ketî, têkçûyî ya ku henekê xwe bi nirxên xwe dike ava bike. ”

Besê anî ziman ev yek polîtîka, proje û êrîşa ji bo rizandina civakê ye û got:

“Ev şer ji şerê leşkerî girantir e”

“Çûyîna wan festîvalan xiyaneta li hemberî nirxên xwe ye”

Besê Hozat diyar kir divê kes serî li wê Wezareta Çandê nede û ev bang kir:

“Li hemberî vê yekê ji 7 heta 70 salî divê xelkên Silopiya Cizîr, Amedê rabin ser piyan.

Ev yek heqaret, zilm û xiyaneta li Silopiya, Cizîr û Amedê ye.

Qebûlkirina wan festîvalan, çûyîna wan festîvalan rezîltî ye, bêrûmetî ye.

Ti eleqeya xwe bi welatparêziyê re nîne. ”

Di dewamê de, Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat rewşa li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê nirxand.

Besê Hozat: Girîng e Îran bersivê bide daxwazên jinan û civakê

Besê Hozat bal kişande ser xwepêşandanên gel ku zêdeyî meheke didome û got:

“Di dîroka nêz de yekemcar bi vî rengî dibe.

Beriya niha li Îranê di vê astê de serhildan nebûbû.”

Besê destnîşan kir ku jinan wesfê vê serhildanê zêde kir û wiha dewam kir:

“Civaka Îranê civakeke dayikserwer e.

Di çanda civakî de rehê demokratîk-şoreşgerî xurt e.

Lewma tê fêhmkirin bê serhildanên niha çima ewqasî demdirêj dewam dike. Dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ mohra xwe li serhildanan xistiye. ”

Di dawî de Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat bang li Rejîma Îranê kir ku bersivê bide daxwazên jinan, civakê û gel.

Back to top button