Gerîlayan ji bo bîranîna Şehîd Bêrîtan çalakî kirin

Gerîlayan li herêma Zapê derbeke giran li artêşa Tirk a dagirker xistin.
Li gorî daxuyaniya HPG’ê di encama rêzeçalakiyên ku hatin lidarxistin de 14 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin û derb li 2 helîkopteran hate xistin.
HPG’ê ragihand artêşa Tirk 7 caran bi çekên kîmyewî qadên gerîla bombebarankirin.

Gerîlayan li herêma Zapê li dijî artêşa Tirk ya dagirker rêze çalakî pêk anîn.

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê êrişên artêşa Tirk ya dagirker û berxwedana gerîla de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

HPG’ê diyar kir tîmên bi tevger ji bo bîranîna salvegera çalakiya dîrokî ya fermandara nemir Bêrîtan (Gulnaz Karataş) li dijî dagirkeran çalakî pêk anîn û wiha got,

“Dewleta Tirk û gelek rayedarên wê her çendî bi awayekî durû li pêş raya giştî ya cîhanê bikaranîna çekên kîmyewî înkar bikin jî lê li dijî qadên gerîla êrişên bi çekên kîmyewî û bombeyên qedexekirî dewam dikin.”

“Li Zapê 14 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin”

HPG’ê derbarê êrişan û çalakiyan de ev agahî parve kir;

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de 21’ê Cotemhê li Qada Sîda ya Zapê li hêzên dagirker ên li dora çeperên şer yên li Şehîd Agir hate xistin.

Di encama vê çalakiya bi çekên ferdî û bombeyên destan de 8 dagirker hatin kutştin.

22’ê Cotmehê li Qada Çemço tîmên bi tevger li hêzên dagirker yên li dora çeperên şer yên li Şehîd Aryen xistin û di encamê de derb li çeperekê hate xistin.

23’ê Cotmehê li Qada Çemço derb li hêzên dagirker hate xistin ku dixwestin bikevin nava çeperên şer yên li qadên Şehîd Botan û Şehîd Bahoz.

Di encama van çalakiyan de 6 dagirker hatin kuştin û dagirkerek jî birîndar bû.

Dîsa 23’yê Cotmehê helîkoptereke Skorsky hedef hat girtin ku dixwest dagirkeran li qada Saca dayne.

Di encama lêdana hêzên me de derb li helîkopterê hate xistin û neçar ma ji qadê dûr bikeve.”

“7 Caran bi çekên kîmyewî qadên Gerîla hat bombebarankirin”

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir artêşa Tirk ya dagirker 7 caran bi çekên kîmyewî, 86 caran bi helîkopterên êrişê û bi dehan caran jî bi obus, hawan, tank û çekên giran qadên gerîla bombebarankirin.

Back to top button